SERSALA WE PÎROZ BE
em ji we hemûyan re ji bo alîkarî, destek û bexşên we yên bê hempa pir spas dikin. Tenê bi saya alîkarîya we mimkun bû ku em du TIRan, yekê bibin ji bo zarokên ji Kobanê li Pirsûsê (Suruç), yekê jî bi rêkin ji bo zarokên ji Şengalê li Rojava (Suriye). Herçiqas ku ev alîkarî ne mezin e jî, lêbelê ji bo me hemûyan, di vê rojê destpêka sala nû de sedem e ji bo bextiyarî û kêfxweşî yê.