SERSALA WE PÎROZ BE
Ji bo hemû Alîkar, Heval û Dostên Hilfsbundê,
em ji we hemûyan re ji bo alîkarî, destek û bexşên we yên bê hempa pir spas dikin. Tenê bi saya alîkarîya we mimkun bû ku em du TIRan, yekê bibin ji bo zarokên ji Kobanê li Pirsûsê (Suruç), yekê jî bi rêkin ji bo zarokên ji Şengalê li Rojava (Suriye). Herçiqas ku ev alîkarî ne mezin e jî, lêbelê ji bo me hemûyan, di vê rojê destpêka sala nû de sedem e ji bo bextiyarî û kêfxweşî yê.
Hilfsbund dawî li karê xwe nîne, lêbelê ew dixwaze bi piştgirî û alîkarîya we xebatê xwe bidomîne.
Em hêvîdar in ku sala nû ji bo hemû gel û çandan, û di ber tiştî de jî, ji bo gelên di bin terora DAİŞê de dostanî, serfirazî û wekhevî bi xwe re bîne.
Mehmet Şeker
Hilfsbund